Îmad Ehmed : H.H.Kurdistanê behadaîynekî mezin bi rêkxistî yên civaka Sivîl dide
Herweha cêgirê serokê hikumetê amaje bi rola giringa rêkxistî yên Civaka Sivîl da , di warê bilind kirina asta rewşenbîrî û demokratî kirina Civakî û bi taybet rêkxistî yên Jina û Xnima dikarin rolekî mezin bileyzin jibo bi dets anîna mafên xwe û alîkarî kirina Hikumetê û di hemberê de jî H.H.Kurdistanê wê giringîyekî pir hêja bi van rêkxistî ya bi de, bi merema bi destve anîna tev mafên wa.
Îmad Ehmed got: karkirin li dosîya Jinan karekî pir giring û hestyare û daxwaz ji wa kir li dema danan bername û pirojekta , hemehengî û şêwermendî digel tev rêkxistî yên taybetmend bikin, nemaze rêkxistî yên Cîhanî jiboy ku bikarîn bi tevlîhev de xizmetekî baş pêş kêş welat bikîn.
Di hemberê de sekretêra yekêtîya jinan ronî berda ser kar û erka rêkxistî ya xwe weke rêkxistîyeke demokratîk kar dike jibo avakirina civakekî pêşketî ku mafên Jina têde di parastî be û got: ta niha hejmareke porjektên mezin me bi encamp gihandî ne.
