Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz û Berpirsê Nivîsîngeha Hevkariya Asayîşa Emerîka li Iraqê kir
di hevdîtinê de, her du alî behsa pêvajoya siyasiya Iraqê û wan qeyranan kir ku niha rûbirûyê Iraqê bûye û tekez li wê yekê kirin ku hemû qeyran û pirs dikarin li rêya pabendbûna bi destûr û hevbendiya rasteqîne û paymanan bêne çareserkirin û pabendiya xwe jî sebaret bi pêvajoya demokrasiya li Iraqê dûpatkir û tekez li wê yekê jî kirin ku rêz li her hilbijardeyek digrin ku xelkê Iraqê li çarçêweya destûr da niyaza encamdanê hebê.
Serok Barzanî bi têr û tije behsa civîna du qolî û sê qolî û pênç qoliyên vê dawiyê kir ku li Hewlêrê hatine encam dan û tekez li wê yekê jî kir ku tenê dîktatoriyet dikarê yek perçeyiya axa Iraqê bixe metirsiyê.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Emerîka li Iraq carekî din pabendiya welatê xwe ya sebaret bi Herêma Kurdistanê dûpatkir û girîngiya welatê xwe jî li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du alî de dûbare kir.
Li mijareke dinê vê hevdîtinê de, General Kaslin Berpirsê Nivîsîngeha Hevkariya Asayîşa Emerîka li Iraq behsa rola hêza hevbeşa di navbera artêşa Emerîka û artêşa Iraq û Pêşmergeyan kir ku li wan navçeyên maddeya 140 a destûr digrê û ragihand ku niha li hewla wê yekê dane civîneke hevbeşê wan hêzan encam bidin ji bo nirxandina wê rewşa ku li hinek navçeyan da pêşve hatine.
