Talebanî û Barzanî pîrozbahî li emîndarê giştî yê Yekgirtû kirin
Sekerterê giştî yê YNK`ê Mam Celal ku hevdem serokkomarê Êraqê ye, peyamek arasteya emîndarê giştî yê Yekgirtû kir ku, ji bilî pîrozbahiyê, ragihand ku, ez hêvîdarim hilbijartina we wekî serkirdeyekî nû di kongireya 6.ehemîn de bibe egera zêdebûna peywendiyên di navbera Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê û Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê de, her weha bibe egera geşepêdana demokrasî û aştî û aramiyê li Herêma Kurdistanê û karê hevbeş ya navbera tevaya partî û rêxistinên siyasî jî bikeve xizmeta berjewendiyên giştî ya gelê me.
Di peyamê de hatiye diyar kirin ku, bihêzbûn peywendiyan dibe sedema aramiya li Êraqê û fakterek bo hevdu pesendkirinê û berevanîkirina li giyanê lêborîn û berdewamkirina zimanê diyalogê li Kurdistanê, ku ew mercê serekî ye ji bo çespandina pêkvejiyan û gihandina vî welatî berbi kenarekî aram û aştiyan.
Îro serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdem serokê Herêma Kurdistanê bi rêya peywendiyeke telefonê pîrozbahî li emîndarê giştî yê Yekgirtû Mihemed Ferec kir.
Li gor malpera Yekgirtû, Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo serketina kongireya 6.ehemîn ya Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê û hilbijartina Mihemed Ferec bo posta emîndariyê giştî derbiriye.
Her weha hêvîdar bû ku peywendiyên navbera PDK`ê û Yekgirtû di qonaxa dahatî de ber bi pêşve biçe, û Barzanî amadebûna xwe ji bo pêdana her awayê alîkariyê nîşan da.
Heftêya borî Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê di kongireya xwe ya 6.ehemîn de, Mihmed Ferec wekî emîndarê giştî yê Yekgirtû hilbijart.
Xendan
