HPG: Li Dêrsimê 4 leşker hatin kuştin, 4 birîndar bûn
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 3 Gulanê de li Dersimê li dijî herêmên Zel a biçûk , Zel a mezin û Rojnikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 4'ê Gulanê de bi şev di saet 00.00 'an de li navserên Zel a biçûk li dijî yekîneyeke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatiye rûxandin, 4 leşker jî ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.Herweha 2 çekên HK-33 ferdî (çeka melez), yek bombaavêj û kunyeyek a bi navê Jandarma Komando Onbaşi Mehmet Coşkun Kiliç hatiye desteserkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
ANF
