• Friday, 06 February 2026
logo

63 ajansên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene

63 ajansên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene
Alîkarê Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku heta niha 63 ajansên navdewletî û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Herêma Kurdistanê di warên curecur de kar dikin.

Dîndar Zêbarî ji AKnewsê re daxuyabd ku ji wan ajansan, 50 navdewletî ne ku hin jê hikûmî û hin nehikûmî ne, her wiha 13 ji wan bi ser NY ve ne.

Zêbarî ronî kir ku ew ajans di warên pêşxistina karîna mirovan, karên hikûmetê, parastin û hişyariya mafên mirov, avakirin û projeyên xizmetguzarî de kar dikin.

Zêbarî amaje kir ku piraniya avahiyên wan ajansan li bajarê Hewlêrê ne û program jî heye ofîsên hin ji wan li Duhok û Silêmaniyê jî bêne vekirin.

AKnews
Top