63 ajansên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene
Dîndar Zêbarî ji AKnewsê re daxuyabd ku ji wan ajansan, 50 navdewletî ne ku hin jê hikûmî û hin nehikûmî ne, her wiha 13 ji wan bi ser NY ve ne.
Zêbarî ronî kir ku ew ajans di warên pêşxistina karîna mirovan, karên hikûmetê, parastin û hişyariya mafên mirov, avakirin û projeyên xizmetguzarî de kar dikin.
Zêbarî amaje kir ku piraniya avahiyên wan ajansan li bajarê Hewlêrê ne û program jî heye ofîsên hin ji wan li Duhok û Silêmaniyê jî bêne vekirin.
AKnews
