Li Tirkiyê di 10 salan de 934 leşkeran xwe întihar kir
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz bersiva pêşniyar pirsa parlamenterê CHPê yê Meletiyê Velî Agbaba ya “Di nava 10 salan de çend leşkeran xwe întihar kiriye?” da û got: “Di nava salên 2002-2012an de 934 leşkeran xwe întihar kirine û di nava heman salan de leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane jî 470ê ne.”
Li gor wezîrê parastinê, sedema mirina leşkeran jî bi vî awayiye; “Qezaya çekan, bikêrnehatina li leşkeriyê, qezaya erebeyên leşkerî, qezayên kar û întihar."
Rudaw
