• Friday, 06 February 2026
logo

46 kes li Sûriya hatine kuştin

46 kes li Sûriya hatine kuştin
Komîteyên Hevahengiya Navxwe li Sûriya aşkere kir ku di xwepêşandanên duhî yên dijî rejîma Beşar Esed de, 46 kes hatine kuştin.

Komîteyên Hevahengiyê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye ku duhî 46 kes li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin û piraniya wan li Dîmeşqa paytext bûn.

Li gorî komîteyan, 13 li Dîmeşq, 8 li Idlib, 7 li Dera, 6 li Hema, 5 li Hims, 4 li Heleb, 2 li Dêrezor û welatiyek li derdora Dîmeşqê hatine kuştin.

Çalakvanên Sûriya, duhî di bin navê îna “Perweriya me Rizgariya me ye” de derketin xwepêşandanan û banga hilweşandina rejîmê û parastina welatiyên sivîl kirin.

Duhî jî, şanda çavdêrên navdewletî yên Neteweyên Yekbûyî serdana parêzgehên Hims û Idlibê kirin.

AKnews
Top