• Friday, 06 February 2026
logo

“Serdana Barzanî bo Qeterê, ji ber kongrê hate paşxistin”

“Serdana Barzanî bo Qeterê, ji ber kongrê hate paşxistin”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî serdana xwe bo Qeterê hilweşand û vegeriya herêmê ji bo serxistina kongra “Kombenda Erebî bo Serxistina Doza Kurd”.

Di dawiya meha borî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Îmarata Erebî kir, Serokatiya Herêmê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Barzanî dê piştî Îmaratê serdana Qeterê jî bike, lê Serokê Herêmê serdana wî welatî nekir û vegeriya herêmê.

Hin dezgehên ragihandinê belav kirin ku Qeter amade nebû pêşwazaiya Serokê Herêmê bike, lewra serdana wî hate redkirin.

Fûad Hisên di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand, “Ew axaftin bê bingihe, Serokê Herêmê bi xwe geşta xwe hilweşand, eger na ti tişetk nebû ku Qeter pêşwaziya Serokê Herêmê neke.”

Hisên bal kişand ku sedema paşxistina serdanê bo wê yekê vedigere ku Serokê Herêma Kurdistanê gelek kes vexwendî kongra Kombenda Erebî bo Serxistina Doza Kurd kirine ku dê heyama 3 rojan li Hewlêrê berdewam be.

Duhî, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê wî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê û hejmarek nûnerên partî û aliyên siyasî, nûner û konsulên biyanî li herêmê, yekemîn kongra Kombenda Erebî bo Serxistina Doza Kurd li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.

AKnews
Top