Îmarat û Kuwêt jî dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin
Felah Mistefa ragihan ku piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re bo Îmarata Erebî, wî welatî bi awayekî fermî ragihandiye ku ew dixwazin konsulxaneya xwe li herêmê vekin.
Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ronî kir ku di demeke nêz de Îmarat dê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke, hikûmeta herêmê jî kêfxweşe ku welatên erebî dixwazin konsulxane yan ofîsên balzyozxaneyên xwe li herêmê vekin.
Herweha Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve aşkere kir ku niha Kuwêt mijûlî cîbicîkirina tedbîrên yasayî ye û têkiliyê digel Wezareta Derve ya Iraqê dike daku konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke.
