bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Kongreya Erebî Destpê Kir
Di destpêka merasima destpê kirina vê kongreya han de Sekreterê vê kongreyê Dr. Kazim Hebîb peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya kongreya Erebî ya ji bo serxistina doza Kurd.
Piştî bi dawî hatina peyvên Sekreterê Kongreyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, Dîrok car car xwe dûbare dike, Serok Barzanî got; di sala 1966an de Rejîma Besê bi awayekî hovane êrîş kiriye ser Kurdistanê lê di vê êrîşa han de Rejîm nikarî serkeftinê bidest bixe û li hember de Gelê Kurd û Gelên Îraqê biser ketin.
Serokê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, hîn jî Kurd bo cenazeyên 182 hezar welatiyên Kurd digere ku, di sala 1987an de ji aliyê hêzên Rejîma Besê ve bi awayekî zindî hatine binaxkirin.
Weke tê zanîn jî piştî hilweşandina Rejîma Dîktator me hemuyan hewl da daku, Îraqeke demokratîk, fedral û piralî dabimezrinên lê hîn jî tirs û fikarên me ewin ku, careke din li Îraqê de çanda şer û êrîşan bi balefiran destpê bike lê li hember vê yekê jî em hewl bo vê yekê didin daku, çanda bihevre jiyana tevahiya Gel û netewe û kemeneteweyên olî bihêztir bikin.
Gûtara Serokê Herêma kurdistanê ya di kongirê de pêş kêş kirî:
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê îro beşdarî di kongireya erebî bo serxistina doza kurd li Hewlêrê kir û tê de basa rewşa siyas'ya niha ya Iraqê kir. Serok Barzanî ragihand, ku ´´firokeyên Mîg, Mîraj û F16 Kurd natirsîne, belku ewa ku Kurd jê ditirse ew zimanê firoke û tankê ye ku hindek kes pê qise dikin û bawerî bi bi kar anîna wan hene.
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê îro beşdarî di yekemîn kongireya girdbûna erebî bo serxistina doza kurd´´ kir ku îro li hola şehîd Sid Ebdullah a bajarê Hewlêrê hate sazkirin. Mesûd Barzanî di evê kongireyê de peyvek pêşkêş kir û tê de ragihand, ku firokeyên Mîg, Mîraj û F16 Kurdan natirsînin, belku ewa ku Kurd jê ditirse, ew zimanê firoke û tank û hêzê ye ku hindek kes pê qise dikin û bawerî bi bi kar anîna wê jî hene.
Serok Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de da xuyakirin, ku hindek kes êriş dikin ser Kurd, bi armanca sepandina erebbûna xwe.
Serokê herêma Kurdistanê weha jî aşkira kir, ku ew zehmetî û naxweşîyên ku bi ser gelê Kurd de hatine, heta niha jî li nik xelkê ereb tişteke namo (xerîb) ye. Serokê herêma Kurdistanê dîsan di axavtinên xwe de da xuyakirin, ku rewşa Iraqê xirabe û Iraq ber bi dîktatorîyetê ve diçe û got, ku Kurd qebûl nakin di bin sîbera hukûmeteke dîktatorî de bijîn.
Serok Barzanî got: hîç tiştek nikare gefê li yekgirtûyîya xaka Iraqê bike tenê dîktatorîyet nebe. Barzanî tekezî li ser mafê çarenivîsê bo gelê Kurd kir û got: mafê çarenivîsê mafekî sirûştîyê gelê Kurd e, belê li gel ewê çendê jî me bawerî bi guftûgoyê heye.
Barzanî di berdewamîya axavtina xwe de got: bi hîç awayekê em razî nabin di jêr desthilateke dîktatorî de bijîn, bi her nirxekê be em evê tiştê qebûl nakin.
