• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê yasaya lêborîna giştî red kir

Serokê Herêma Kurdistanê yasaya lêborîna giştî red kir
Li gor wê desthilata ku li maddeya Dehem/Yekem/2/ ya yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistana-Iraqê hejmar 1 sala 2005 ê hemwar kirî bi Serokê Herêma Kurdistanê hatiye dayîn, Duh Serokê Herêma Kurdistanê yasaya lêborîna giştî ya li Herêma Kurdistanê hejmar 2 ya sala 2012 ku Parlemena Kurdistanê li runiştina asayiya hejmar (7) li 10/04/2012 bi deng biryar li ser dabu redkir.

Bi mebesta

1- Berfirehkirina naveroka yasayê bi awayekî ku rêjeyekî zêdetirê bendkirî û gîrtiyan li xwe bigre

2- Hinek ji wan birgeyan cûreyeke ne dadweriyê dirust dikin ku pêwîstiya wan bi dûvdaçûnê heye

3- Çareserkirina cûdahiya li navbera deqê maddeya şeşem bi zimanê Kurdî li gel deqê wê ya zimanê Erebî
Top