Serokwezîrê Turkiyê Bi Nuceyfî Re Hate Ba Hev
Piştî ku Amerîqa ji Iraqê derket, pirsgirêkan jî dest pê kir û Tirkîye wan meselayan ji nêz ve teqîp dike. Serokwezîr Erdoğan her car dibêje ku divê li iraqê tundî were sekinandin û pevçûn venegerin meseleya mezhebi.
Erdoğan ji bo li Iraqî aştî hebe din av hewldaneke mezin de ye. Serokwezir di rojên borî de bi Serokê Herêma Kurdistan Barzani û alîkarê berê yê serokkomarê Iraqê Tarik Haşîmî re jî hevdîtin pêk anî bû.
Serokwezîr Erdoğanê ku di her fersendê de ji rêvebirîya iraqê re peyaman dişine vê carî gotinên xwe rû bi rû ji serokê meclîsê yê iraqê Nuceyfî re got.
Erdoğan ani ziman ku divê Iraq neye parçe kirin û yek bûna wê were parastin.
Xeberenkurdi
