• Friday, 06 February 2026
logo

Xwendevanekî kurd di pêşbirkêyekî navneteweyî de dibe yekemîn

Xwendevanekî kurd di pêşbirkêyekî navneteweyî de dibe yekemîn
Xwendevanekî kurd ji ber dahênanekî nû, di pêşbirka navneteweyî ya dahênanan a Swîsre di nava 70 projeyan de pileya yekemîntiyê bi dest xist.

Kamyar Feramerzî xwendevanê qonaxa duyemîn ê endazyariya pîşeyî yê zanîngeha Kirmanşan e û bi pêşkêşkirina dahênanek (îcatkirinek, peydakirinekî nû) nû ya di warê şîremenî de pileya yekemîntiyê ya pêşbirka navneteweyî ya li Swîsre bi dest xist.

Projeya Kamyar ji bo dirêjbûna dema mana şîrê keliyayî di nava qutiyekê de û bêyî taybetmendiyên xwe winda bike, wekî dahênanekî nû hat hêjmartin û ji aliyê lijneya pêşbirkê ve xelata zêrîn a Cenevre wergirt.

50 welatên cîhanê bi pêşkêşkirina 70 dahênan beşdarî wê pêşbirkê biribûn. Pêşbirka navneteweyî ya dahênanên Cenevre li ser asta cîhanê xwediyê pileya zanistî ya herî bilind e û tenê îsal 4 hezar dahênan pêşkêşkiriye.

Rudaw
Top