• Friday, 06 February 2026
logo

Edîtorê DÎHA’yê: Li Tirkiyeyê 100 rojnamevanên kurd girtî ne

Edîtorê DÎHA’yê: Li Tirkiyeyê 100 rojnamevanên kurd girtî ne
Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Abdurrahman Gok destnîşan kir ku tevî 23 xebatkarên wan, bi giştî 100 rojnamevanên kurd li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne û xwest hevalên wan demildest serbest bên berdan.

Îro 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê ye, lê li Tirkiyeyê 107 rojnamevan di girtîgehan de ne, piraniya rojnamevanan di “Operasyonên KCK’ê” de hatin girtin.

Piraniya wan rojnamevanane di rojname, kovar û ajansên kurdan de dixebitin, tenê ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) niha 23 nûçegihan û edîtor di girtîgehê de ne, her wiha ji Azadiya Welat, Ozgur Gundem û kovarên Demokratîk Modernîte jî bi dehan rojnamevan di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.

Abdurrahman Gok, derbarê rojnamevanên girtî de ji AKnewsê re daxuyabd ku her diçe rewşa azadiya çapameniyê li Tirkiyeyê paşde diçe û hejmara rojnamevanên girtî zêdetir dibin.

Gok bal kişand ku 23 xebatkarên wan ji ber operasyonên KCK’ê hatine girtin û re wiha got:

“Par li Tirkiyeyê 68 rojnamevan di girtîgehan de bûn, îsal ev hejmar gihişt 107 kesî ku ji ber nûçeyên xwe yên li dijî desthilatdariyê hatine girtin, ev tablo jî nîşan dide ku rojnamevaniya azad li Tirkiyeyê tune ye, Tirkiye par di nava 197 welatên cîhanê de di azadiya çapemeniyê de di rêza 116’emîn de bû, lê îsal Tirkiye derket rêza 117’emîn.”

Gok ronî kir ku 4 edîtor, xwediyê îmtiyazê yê ajansê û gelek nûner û nûçegihanên wan ên bajaran bi awayeke ne yasayî di girtîgehan de ne û wiha pê de çû:

“Ne tenê nûçegihan, hesapgirê me jî girtin, di nava rojnamevanên girtî de 100 rojnamevan kurd in, ev rojnamevan ji ber ku di Ozgur Gundem, Azadiya Welat û kovarên kurdan de dixebitîn hatin girtin.”

Gok bal kişand ku digel ku ewqas xebatkarên wan girtî ne jî gelek kes ji bo ku cihê hevalên wan dagirin serdana ajansa wan dikin û di xebata wan de heta niha tu astengî derneketiye.

Abdurrahman Gok da zanîn ku digel evqas astengiyan jî ew ji rastiyên xwe nayên xwarê û ew ê tu caran li hemberî desthilatdariyê serî netewînin.

AKnews
Top