• Friday, 06 February 2026
logo

Bi Amade Bûna birêz Nêçîrvan Barzanî Li Hewlêrê Hotêla Dîvan Hate Vekirin

Bi Amade Bûna birêz Nêçîrvan Barzanî Li Hewlêrê Hotêla Dîvan Hate Vekirin
Duh, li Hewlêrê bi amade bûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û hijmarek ji Wezîr û Konsulusên welatên Biyanî û hijmarek karsaz û pîşesazên Kurd û Biyanî bi merasimeke fermî Hotêla Dîvan hate vekirin.

Piştî merasima vekirinê Birêveberê Hotêla Dîvanê diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê gelek hevkariya me kiriye daku, me ev Hotêla han damezrand.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê bo Pîşesaz û Hêlbirêneran di warê hêlbirînê de gelek karasanî û hevkariyên curbicur pêşkêş dike ev jî dibe sedema vê yekê ku, Kurdistanê di demeke kên de bi awayekî berbiçav pêş bikeve.

Hêjayê gotinêye ku, Hotêla Dîvan ji aliyê kerta taybet ve hatiye damezrandin û erdê jêrxana vê 43 hezar m2 û nêzî 100 miliyon dolar bo damezrandina vê hatiye mestefkirin.

Hotêla han 23 qate û xwedan 228 odeye.
Top