Piştî serdaneke fermî ya welatê Îmarat Serokê Herêma Kurdistanê vegerya welat
Piştî nîvroya Duh çarşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê , vegerya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Berî vegeranê jî li cihê mayîna xwe ya li Îmarat di gel Serokê Jûra Bazirganî û hejmarek ji karsazên Îmarat civîya û tekez li pêşxistina pêwendiya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Îmarat hate kirin ku bi awayekî di berjewendiya her du aliyan da be.
