• Friday, 06 February 2026
logo

Piştî serdaneke fermî ya welatê Îmarat Serokê Herêma Kurdistanê vegerya welat

Piştî serdaneke fermî ya welatê Îmarat Serokê Herêma Kurdistanê vegerya welat
Piştî serdaneke fermî bo welatê Îmarat û civîn û hevdîtinên di gel Simu Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektum Serok Wezîrê Îmarat û Hakimê Dubayî û Şêx Mihemed Bin Zayîd Mîrnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ku têda dûpat li pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan kirin.

Piştî nîvroya Duh çarşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê , vegerya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Berî vegeranê jî li cihê mayîna xwe ya li Îmarat di gel Serokê Jûra Bazirganî û hejmarek ji karsazên Îmarat civîya û tekez li pêşxistina pêwendiya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Îmarat hate kirin ku bi awayekî di berjewendiya her du aliyan da be.
Top