“Ger ji giftûgoyan encamek derneket kurd dê çarenûsa xwe diyar bikin”
Aloziya ku li Iraqê destpê kiriye lîstikên welatên li Rojhilata Navîn hê kûrtir dibe. Tevî hemû hewldanên neteweyî û navneteweyî aloziya li Iraqê bandorekî neyênî li ser welatên derdor û gelê kurd dike. Parlamenterê parlementoya Iraqê Mahmud Osman civîna li bajarê Hewlêr a ya bi armanca çareserkirina aloziya li Iraqê hatî lidarxistin nirxand û diyar kir ku destdirêjiya dewleta Tirkiye û Îranê aloziya Iraqê kûr dike. Osman anî ziman ku krîza li Iraqê dijî ne krîza îro ye û got; "Du sal beriya niha aloziya li Iraqê dest pê kir. Paşê ev danûstandin û hilbijartin çêbûn. Di navbera Ellavî û Malîki de nakokî derket. Li ser van nakokiyan hikûmeta îro ava bû. Wê demê gotin, 'ev hikûmeta şirîkatiyê ye', lê di heqîqetê de temamî ne şirîk bûn. Di navbera wan de pirsgirêkên mezhebî û siyasî hebûn. Ev pirsgirêk her ku çû mezintir bûn, aloziya îro derket holê. Niha jî du aliyên vê krîzê hene. Aliyek meseleye hêzan, cematan û kurdan e, aliyê din jî peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî ye Bexdayê ye. Divê her du hêz ji bo çareseriyê danûstandinan bikin."
Osman destnîşan kir ku Tirkiye û Îran pirsgirêkên nava Iraqê kûr dikin û anî ziman ku ji hêlekê ve Tirkiye û ji hêla din ve jî Îran cudakariya hêzên Iraqê dikin. Osman wiha axivî: "Tirkiye, Qeter û Erebîstana Sûdî pişta erebên sûnî digirin. Îran pişta erebên şîa digire. Her du dewlet (Tirkiye û Îran) ji kîjan aliyê berjewendiyên siyasî hebe, piştevaniya wir dikin. Kurd di navbera wan de dimînin. Kurd bi van hemû hêzên navborî re di nav têkiliyê de ye."
Hevkariya aborî lewaz e
Osman, bal kişand ser pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraq û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de û diyar kir ku di warê aboriyê de jî hevkarî nîn e. Osman pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Iraq û Herêma Kurdistanê de bi van hevokan anî ziman: "Li Iraqê dû aborî hene. Ev jî çaraser nebûye. Dibêjîn; 'mafê Hikûmeta Herêma Kurdistan nîne ku dewlemendiyên bin erd û ser erd bikar bîne.' Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dibêje; 'mafê me heye em van dewlemendiyan bikar bînin.' Pirsgirêka din jî meseleya hêza bergiriyê peşmerge ye. Xalên esasî yên dibe sedema pirsgirêkên bingehîn ev in."
'Divê Malikî siyaseta xwe biguhere'
Osman, anî ziman ku civîna Hewlêrê nîvçe ma û derbirî ku pirsgirêkên tên jiyîn berfirehî nehatin ziman. Osman, destnîşan kir ku her çi qasî civîna Hewlêrê bi armanca çareseriya pirsgirêkan hatibe lidarxistin jî diyar kir ku divê civîneke hê berfirehtir bê lidarxistin û got; "Di civînê de hat xwestin ku Malîkî siyaseta xwe biguhere. Peywendiyen xwe di navbera kurdan û sûnnîyan de baş bike û ji bo çaraseriya pirsgerekên Iraqê alîkarî bide kurd û sûnniyan ku vê aloziyê bi hev re derbas bikin. Heke Malîkî ew gav avêt dikarin bi hev re lihevkirinekê çêbikin. Heke nekir wê demê dê li ser rê û rêbazên din bê fikirîn."
'Kurd dê çarenûsa xwe diyar bikin'
Osman, bal kişand ser referandûma gel û da zanîn ku di civînê de di navbera Bexda û Hewlêrê de peymana tifaqê hatiye îmzekirin. Osman, anî ziman ku heke tifaqa hat îmzekirin nekeve meriyetê gelê kurd dê biçe referandûmê û çarenûsa xwe diyar bike û wiha berdewam kir: "Li gorî nêrîna min gelê kurd hemû dixwazin dewleteke wan hebe. Di civînê de hat gotin ku heke di encama giftûgoyên bi Bexdayê de çaraseriyek pêk neyê kurd dê çarenûsa xwe diyar bikin." Osman, bibîr xist ku Herêma Kurdistanê ne tenê ji bajarên wekî Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê pêk tê û diyar kir ku li gorî madeya 140'an divê kurdên ku li Nînova û cihên din dijîn jî bizivirin ser xakên xwe. Osman, der birî ku vegera kurdan girîng e û destnîşan kir ku divê kurd li ser xaka Kurdistanê bicih bibin û biryarên xwe bixwe bidin.
Rudaw
