Endamê lîsteya dewleta Qanûnê Selman Mûsewî ragihand ku, bi mebesta çareser kirina qirîza siyasî ya li Îraqê Serokkomar Celal Talebanî hewl dide daku, di rojên pêş de Serok Barzanî, Nûrî Malikî û Eyad Elawî bicivîne.
Çavkanî eşkere kir ku, niha Serokkomarê Îraqê hewl bo afrandina derfeteke baş bo vê yekê dide û di rojên pêş de ev hewldanên han jî encam digirin û ev civîna han jî tê lidarxistin.