Mesrûr Barzanî: Xizmet Kirina Xelkê Kerkûkê Erkeke Nîştimaniye
Di hevdîtineke de her dû alî bi awayeke berfire behsa rewşa giştî ya Kerkûk û derdorê Kerkûkê kir û behsa rewşa ewlekarî ya Deverê jî kirin û her dû alî li ser vê yekê ku, dibe girîngî bi tevahiya warê jiyanê welatiyên Deverê were dayîn xwedan yek fikir bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste di her warî de xizmeta welatiyên wan Deveran were kirin û rewşa wan ya jiyanê were baştirkirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Parêzgarê Kerkûkê spasiyên xwe jiber hevkarî û piştgîrî kirina birêz Mesrûr Barzanî bo îdareya Parêzgeha Kerkûkê pêşkêşî nav hatî kir û hêvî xwest ku, piştgîrî û hevkariyên dezgehên Hikûmeta Kurdistanê bo îdareya Parêzgeha Kerkûkê hîn zêdetir bibe.
Di dawiya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî piştgîriya xwe a di her warî de bo îdareya Parêzgeha Kerkûkê diyar kir û ragihand ku, xizmet kirina xelkê Kerkûkê di her warî de erkekî nîştimaniye.
Birêz Mesrûr Barzanî di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser parastin û bihêztir kirina canê biratî di navbera tevahiya pêkhateyên Parêzgeha han de kir.
