• Friday, 06 February 2026
logo

NY: 34 zarok Ji destpêka agirêbestê li Sûriya hatine kuştin

NY: 34 zarok Ji destpêka agirêbestê li Sûriya hatine kuştin
Neteweyên Yekbûyî (NY) aşkere kir ku ji destpêka ragihandina agirbesta li Sûriya di 12ê meha borî de, 34 zarok hatine kuştin.

Biryardera NY ya taybet bi karûbarên zarokan li navçeyên ku şer tê de heye Radhika Coomaraswamy ragihand, “Tevî agirêbesta ku ji 12ê nîsanê hatiye ragihandin û tevî belavkirina çavdêrên NY li Sûriya, lê raport dibêjin bêtirî 34 zarokan li wî welatî hatine kuştin.”

Coomaraswamy daxwaz ji hemû aliyên li Sûriya kir ku tektîkên ku dibine sedema kuştin û birîndarbûna zarokan bikar nehînin.

Duhî jî, li gorî Komîteyên Hevahengiya Navxwe, 35 kes li Sûriya hatine kuştin û piraniya wan li Idlibê bûn.

Komîteyan aşkere kir ku 18 li Idlib, 5 li Hema, 4 li Hims, 3 Dera, 3 li navçeyên Dimêr, Heresta û Qetena li derdora Dîmeşqê û welatiyek li her yek ji Reqe û Qamişlo hatine kuştin.

AKnews
Top