Kurdan di merasîma 1 Gulanê de mohra xwe li qada Taksîmê xistin
Di merasîma ku konfederasyonên sendîkayan ên mezin KESK, DÎSK û gelek sendîkayên din, komeleyên sivîl, grûpên alîgirên tîmên futbolê, hunermendên sînema û şanoyê, odeyên pizîşk û endezyaran, grûpên çepgir ên Tirk, grûpên îslamî û BDP bi cemawerî beşdar bûn de xuya bû ku beşdariya herî mezin a Kurdan e.
Di destpêkê de Serokên Konfederasyonên mezin ên sendîkayan axivîn. Di axaftinan de hikûmeta AKP hate rexnekirin, binpêkirin û zehmetiyên karker û kedkaran hatin vegotin, ji bo kurdan perwerdehiya ziman û ji bo pirsgirêka kurd jî çareseriya demokratîk hate xwestin.
Di merasîmê de li ser navê BDPê Endamê Enstîtuya Kurd a Stenbolê Firat Sayat axaftina xwe bi Kurdî kir.
Sayat di axaftina xwe de pêkutiya ku bi hevkariya saziyên sermayedar TUSİAD, TUSKON, MUSİAD û hikûmeta AKPê ya li ser karker û kedkaran û hemû beşên civakê bi bîr xist û got: “Bi taybetî li bajarên Kurdan dixwazin zarok û jinan bikin kole û sendîkayên ku li hemberî vê yekê derdikevin têk bibin.”
Sayat di berdewamiya axaftina xwe de behsa neheqiya li dijî karker û kedkar, elewî û kurdan kir û amaji bi tekoşîna bidestxistina destkeftiyan kir.
Piştî axaftina xwe Firat Sayat di derbarê sendîkayên TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û KAMÛ-SEN ku ji ber di daxwaznameya hevbeş a dezgehên ku beşdarî merasîma 1'ê Gulanê ya qada Taksîmê bûn de ji ber xala; daxwaziya çareseriya aşitîyane ya pirsgirêka kurd hebû û beşdar nebûbûn de ji AKnewsê re wiha ragihand:
“Ew sendîkayên ku naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibin ji berê ve di xizmeta desthelatdaran de ne. Çiqas desthilatdar diguherin serok û rêvebirên wan sendîkayan jî diguherin, lê ew beşdarî li merasîmê nekin jî karker û kedkar û çînên bindest û Kurd bi coşek mezin qadan tijî dikin.”
Piştî axaftinan, loma Asmîn a jinan ku girêdayî Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ye bi stranên kurdî beşdarvanan coşand, pey re jî Kardeş Turkuler û Grub Yorûm jî bi stranên xwe tevlî merasîmê bûn.
Her wiha Partiya Maf û Azadî (HAK-PAR)ê jî bi nameyekî ku ji komîteya amadekar a 1'ê Gulanê re şandibû, piştgiriya xwe bo 1'ê Gulanê ya qada Taksîmê nîşan da.
Wek her sal, ev sal jî di navbera grûpên çepgir ên Tirk de ji ber cih girtinê û berzkirina flamayên wan, carcaran pevçûn derketin.
Balkêşiyek vê merasîma 1'ê Gulanê jî ew bû ku partî, komele û hin tevgerên îslamî jî beşdarî kirin.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Partiya Dengê Gel (HAS-PARTİ) Prof. Dr. Zekî Kiliçarslan ji AKnewsê re ragihand ku ev helwesta wan a beşdarbûna merasîma 1'ê Gulanê normalîzebûna tevgerên Îslamî yên Tirkiye ne.
Kiliçarslan amaje kir ku 1'ê Gulanê roja berzkirina daxwaziyên kedkaran e û got, “Hemû misliman dibêjin ked û kedkarî pîroz e û 1'ê Gulanê jî roja kedkaran e, lewma divê em beşdarî bikin.”
AKnews
