Serokê Herêma Kurdistanê û Şêx Muhemed Bin Zayîd Civiyan
Di hevdîtineke de Şêx Muhemed Bin Zayîd bi gerimî bixêr hatina Serok Barzanî kir û kêfxweşiya xwe a li hember peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îmaratê de diyar kir û hêvî xwest ku, ev peyvendiyên han hîn berfiretir û bihêztir bibin.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina firînên asmanî yên di navbera Îmarat û Kurdistanê de jî diyar kir û ragihand ku, destpê kirina firînên han dibe sedema bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî behsa rewşa Îraqê bi awayekî taybetî û ya Deverê bi awayekî giştî kirin û cêhnişînê Ebuzebî kêfxweşiya xwe ya li hember peyvendiyên baş yên Kurdistanê bi Cîranên xwe re diyar kir û ragihand ku, ev peyvendiyên baş yên Kurdistanê ên bi Cîranên xwe re bûye sedema bihêztir kirina pêgeha Kurdistanê li Deverê de, nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de amade bûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekî bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Zanîngehên Îmaratê dikarin di warê pêşde birina çandinê, bazirganî û asayîşa xwarinê, torîzim û pîşesazî de hevkariya Kurdistanê bikin.
Di dawiya vê hevdîtina han de biryar hate dayîn daku, tîmeke hevbeş di navbera Kurdistan û Îmaratê de were damezrandin daku, li ser wan waran ku, Kurdistan dikare ji Îmaratê fêde bigire lêkolînê bike.
