• Friday, 06 February 2026
logo

Kurdistan û Îmarat Protokolekê bo Rêvebirina Deverên Azadên Bazirganî Îmza Dikin

Kurdistan û Îmarat Protokolekê bo Rêvebirina Deverên Azadên Bazirganî Îmza Dikin
Di dirêjîya serdana şanda Kurdistanê de bo Îmaratê û bo beşdarîkirin di korbendeka aborî ya cîhanî de, protokoleke hevbeş di navbera wezareta bazirganî û pîşesazîya hukûmeta Kurdistanê û serokatîya desteya deverên azadên bazirganîyên îmareta Şariqe ya Îmaratê de bi mebesta sûdwergirtin ji ezmûna çawanîya rêvebirina deverên azadên aborî û bazirganî hate îmzakirin.

Şandeka Kurdistanê bi serokatîya wezîrê bazirganî û pîşesazîya hukûmeta herêma Kurdistanê Sînan Çelebî û endametîya serokê jûra bazirganîya Kurdistanê û çend bazirganên mezinên Kurdistanê, di roja 29/04/2012 de bi rêya nûneratîya bazirganîya hukûmeta Kurdistanê li Îmaratê serdana emareta Dubayê kirin û çend dîdarên girîng encam dan.

Nûnera bazirganîya hukûmeta Kurdistanê li Îmaratê Şîlan Xaneqa ji PN Are ragihand: ji roja yekam a serdana evê şandeyê ve, evê şandeyê serdana konsûlxaneya Qeterê ya li emareta Dubayê kirin û li wir ji alîyê Faris Niêmî konsûlê giştîyê Qeterê ve hatin pêşwazîkirin û di kombûnekê de tekezî li ser xurtkirina peywendîyên navbera her du alîyan hate kirin û bo ewê çendê jî tekezî li ser peyrewkirina siyaseta vekirina bazara giştî di navbera her du alîyan û sûdwergirtin ji ezmûna dewleta Qeterê di biwarê weberhênanê de hat kirin.

Şîlan Xaneqa weha jî got: ´ her di heman roja yekem de, şandeya Kurdistanê serdana jûra bazirganî û pîşesazîya emareta Şariqe kir û ji alîyê Ehmed Midfaî serokê jûra bazirganî û pîşesazîya Şariqe û serokê desteya pêşangehên Şariqe û serokê desteya devrên azadên bazirganî yên Şariqe ve bi germî hatin pêşwazîkirin. Piştre jî di dîdarekê de, jûra bazirganîya Şariqe´yê biryar da ku bi armanca xurtkiirna peywendîyên aborî yên di navbera Kurdistanê û Îmaratê de, bi şêweyekê berdewam pêşangehekê li Hewlêrê veke.
Top