• Friday, 06 February 2026
logo

Heleb: Li taxa Kurdan teqîn

Gulan Media April 30, 2012 Nûçe
Heleb: Li taxa Kurdan teqîn
Duh30/4/2012`bi şev, otomobîlek li taxa Kurdan ya Helebê teqiya û li gor agahiyên destpêkê birîndar û kuştî jî hene.

Li gor agahiyên ku belav bûne, teqîn di nava taxa Eşrefiyê de rû daye û di encamê de çend kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birndar bûne.

Li ser vê yekê, birêveberê nivîsgeha mafê Mirovan ya Encumena Niştimanî ya Sûriyê ENS Redîf Mistefa ragehand ku ew kar ji bo: “Tirsandina xelkê ye, karê çavdêran berbelav bikin û wan bitirsînin, da ku rê li pêşiya wan bigirin û bidin xuyakirin ku Sûriyê di bin metirsiya terorîstan de ye.”

Mistefa weh berdewam kir: “Belge di destpêka şoreşê de derketin ku rêjîm wê van karan bike, teqînên Şamê yên duh bi destê rêjîmê bû, ew ê li Helebê jî bike.”

Birêveberê nivîsgeha mafê mirova ya ENS aşkir kir ku: “Dibe rêjîm wî tiştî li taxa Eşrefiyê dike ku dubendî û hevrikiyê di navbera Ereb û Kurdan de çê ke.” Her weha da zanîn ku li gor zanyariyên wê, di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û çend kesên birîndar hene.

Li aliyekî din jî çalakvanê siyasî Cigerxwîn Elî ji Hewlêrê de ragehand ku ew bûyer karê rêjîmê ye û tê xwestin ku gelên Sûriyê bitirsin.

Cigerxwîn Elî aşkire kir ku: “Rêjîm dixwaze şerek di navbera civakên Sûriyê de çê bibe ku xwe ji vê rewş rizgar bike û buhaneyên serkutkirina gel bidest bixîne.”

Hêjayî gotinê ye ku taxa Eşrefiyê yek ji taxên Kurdên Helebê ye û piraniya wan jî Kurdên Çiyayê Kurdan/Efrînê ne.

Xendan
Top