‘ Arîşeya pêşmerge ya navbera Hewlêr-Bexdayê dê bi rêya siyasî û qanûnî çareser bibe’
Cebar Yawer, ji AKnewsê re axivî û got, em dixazin arîşeya pêşmerge ya navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya siyasî û qanûnî bê çareserkirin lê em bang li medyayê jî dikin, bile her tiştekî nekin rojev bo ku zirarê li kurdan nede.
Yawer, diyar kir, em li ser çareseriya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li bara hêzên pêşmerge û bi taybet bûdceya pêşmerge, rijd in û wiha pêde çû:
“Hinek saziyên medyayê îdia kirine ku serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî daxaz kiriye hêzên pêşmerge bikevin bin kontrola fermandehê giştî yê artêşa Iraqê. Ev îdia bêbin e û tu daxazeke fermî bi vî awayî ji me re nehatiye şandin.”
Berdevkê wezareta pêşmerge, ragihand, daxaziya me ew e ku artêşa Iraqê parastina hemû Iraqê bike, heke artêşê xwe bihêz kir û çek û cebilxane jî kirî divê garantiya vê yekê jî bide ku li dijî welatiyên Iraqê hêz bikar neyîne, ji ber ku rejîmên berê yên Iraqê, ji sala 1920 ve heta sala 2003ê, gelên Iraqê û Kurdistanê û deverê serkut kirine.
AKnews
