• Friday, 06 February 2026
logo

Serokwezîrê Dubayê Pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Kir

Gulan Media April 30, 2012 Nûçe
Serokwezîrê Dubayê Pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Kir
Piştî serdana xwe ya fermî bo Emaratê, bişev Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji aliyê Cîgirê Serokê Dewlet, Serokwezîr, Fermanrewayê Mîrnişîna Dubayê Şêx Muhamed Bin Raşêd Al Mektûme ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de peyvendiyên heyî yên di navbera Mîrnişînên Erebî yên bi Îraqê re û peyvendiyên Mîrnişînên Erebî yên bi Kurdistanê re hatin nîqaşkirin bi taybetî peyvendiyên warê abûrî, çandî û bazirganî.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Emîrê Dubayî diyar kir ku, welatê vî gelek girîngî dide bihevre jiyana tevahiya pêkhateyên Îraqê û rewşa baş û biewle ya Îraqê.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokê Kurdistanê jî rewşa Îraqê di warê siyasî, ewlekarî, abûrî û civakî de ji Emîrê Dubayê re rave kir û balkêşande ser hewldanên heyî yên ji bo çareser kirina kêşeyên heyî û parastina yekîtiya welat.
Top