• Friday, 06 February 2026
logo

Tirkiye: Li dijî PKK`ê biryara şer

Gulan Media April 30, 2012 Nûçe
Tirkiye: Li dijî PKK`ê biryara şer
Duh 30/4/2012`an, li paytexta Tirkiyê Enqerê û li koşka Çankayê Civîna dazgeha ewlehiya neteweyî ya bilind bi rêve çû û mijara PKK`ê û Sûriyê û Êraqê ya serekî bûn ku di wê civînê de hatin gotûbêjkirin.

Li gor agahiyên ajansên Tirkiyê ragehandine, ew civîn bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Ebdula Gul birêve çûye, her weha di civînê de mijara sereke, biryara şerê li dijî PKK`ê hatiye dayîn.

Ji bo Sûriyê jî weha nirxandine ku divê li Sûriyê êdî xwîn nerije û daxwazên gel yên demokratîk pêwîst e bînin cî û alîkariyên mirovî bi awayekî aram bighe navçeyên Sûriyê.

Di civînê de, rewşa Êraqê jî hat nirxandin û hat diyar kirin ku divê Êraq hemû pirsgirêkên xwe weke yek parçe di nav demokrasî û huquqê de çareser bike.

Xendan
Top