Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî gihîşt welatê Îmarat
Serok Barzanî di vê serdanê da, çendîn pirs û mijarên pêwîst bi pêwendiyên di navbera her du aliyan yên li ser asta aborî û veberhênanê di gel berpirsên mezinê welatê Îmaratê dinirxîne. Piştî dawî hatina serdana Îmarat, Serokê Herêma Kurdistanê serdana welatê Qeter jî dike.
Hêjayî gotinêye di vê serdanê de şanda di gel Serok Barzanî, ji birêz Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr. Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendîyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêrîş Muherem Serokê Desteka Veberhênanê û hejmarek ji şêwirmendan pêkhatîye.
