• Friday, 06 February 2026
logo

Li Tirkiyê "Partiya Îslamî a Kurdistanî" tê damezrandin

Gulan Media April 30, 2012 Nûçe
Li Tirkiyê
Parêzerê Baroya Amedê Sidki Zîlan, diyar kir ku wê li Tirkiyê partiyeke bi navê "Partiya Îslamî a Kurdistanî" damezrînin.

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, di pêşengiya parêzer Sidki Zîlan de partiyeke ku Kurdên oldar û muhafazakar dikine hedefa xwe wê bê damezrandin.

Partî, wê bi partî û dezgehên Kurdan re, ne bi çavekî dijmantî, wek hevpeymanekî siruştî bibînin.

Heta meha cotmeha îsal wê were damezrandin û li der û deverên ku Kurdên muhafazakar tinene wê siyasetê nekin. Zîlan dibêje, armanca wan ewe ku dengên Kurdên ku didine AKP û SP bibin û yên ku li derdora PKK û BDP cih girtine nêzîkî xwe bikin.

Dîsa tê îfadekirin ku ew tevger, ji xwe re Herêma Federel a Kurdistana Iraqê wek mînak dibînin.

Ev saleke ku ev tevgerê li gelek bajaran xebatên xwe berdewam dike.
Top