Îran 74 kolbarên kurd kuştine
Peyvdarê Kampanyaya Navneteweyî ya Mafê Mirovan li Îranê, Hadî Qaîmî, got ku ji bo kuştina berdewam a kolbarên ("qaçaxçî") kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê yên îranî ve ti behane nîne. Wî got: "Pêwîst e hikûmeta Îranê di demeke herî kurt de vê tawanê bide rawestandin."
Kolbarêb kurd li ser sînorê parêzgehên Azerbeycana Rojava (Urmiye), Sine (Kurdistan) û Kirmanşan dibin armanca gûleyên hêzên ewlekariyê yên Îranê.
Hadî Qaîmî got ku bikaranîna çekan li dijî kolbarên ku "tenê ji bo jiyana xwe tiştan ji ser sînor vediguhezin", binpêkirina yasaya navneteweyî ye û pêwîst e ew bûyer bê lêkolîn kirin.
Li gor agahiyên Kampanyaya Navneteweyî ya Mafê Mirovan li Îranê texmîn dike ku rêjeya kuştî û birîndaran zêdetir be ji hejmarên di nav destên wê de.
Hejmareke zêde ya mêr û ciwanên rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkarî û hejariyê berê xwe didin karê qaçax li ser sînorên Herêma Kurdistan û Îranê.
Ji bilî êrîşên hêzên ewlekariyê yên Îranê li dijî kolbaran, salane gelek kolbarên kurd ji ber serma yan jî teqîna mayinan li ser çiyayên sînorê Kurdistanê tên kuştin.
Peyamnêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê mafê mirovan li Îranê, Ehmed Şehîd, di raporta xwe ya dawî de balê dikişîne ser zextên Îranê beramberî kolbarên kurd. Di raportê de hatiye nivîsandin: "Li gor yasayên Îranê pîşeya kolbariyê sûc e. Kolbarên kurd rastî girtin, cezakirina diravî û heta gulebarandin û kuştinê jî tên.
Rudaw
