Obama peyamnêrekê Kurd xelat kir
Peyamnêrê Kurd li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Namo Ebdella, tek xwendekarê Zanîngeha Kolombya ya emerîkî bû, ku hêjayî vê xelata ji bo rojnamevanan giring hat dîtin. Ev xelat di ahenga salana Koçka Spî de hat dayin. Ji bilî Obama herweha gelek wezîr, endamên Kongiresa emerîkî û Senator amade bûn.
Piştî stendina xelata xwe Namo Ebdella ji Washingtonê got: "Ez nikarim wesif bikim bê bi wergirtina vê xelatê çend keyfxweş im. Ez dikarim ewqasî bêjim ku ev xelat piştgiriyekî mezin e û min zêdetir li ser wê yekê ji dil dike ku ez li ser xebata rojnamevaniyeke cidî û baştir kar bikim. Ez pîrozbahiyê li dayik, mal û hemû dostan dikim."
Ji bilî pênc hezar dolarên emerîkî Namo Ebdella herweha burseke ji bo xwendina masterê di warê rojnamevaniyê de wek xelat stend.
Rudaw
