Balyozê berê Galbraith: Emerîka dê dewleta Kurdistanê bipejirîne
Balyozê berê Emerîka Peter Galbraith di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê got Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê gelek caran piştgiriya rewşên defacto (emir waqii) kiriye. Wî got ku ger Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe û serxwebûna xwe ragihîne, "ti alternatîveke din namîne ji bilî ku Emerîka serxwebûna Kurdistanê bipejirîne." Galbraith bi xwe piştgirê vê gavê ye: "Ji bo cûdabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê niha demeke munasib e."
Galbraith di navbera salên 1993 û 1998ê de li Kirwatyayê balyozê welatê xwe bû. Piştî Şerê Iraqê di sala 2003ê de wî wek şêwirmendê serokatî û hikûmeta Kurdistanê kar kir. Bi taybetî di dema nivîsandina destûra Iraqê de Galbraith şêwirmendê hêzên kurdistanî bû. Profesor û nivîskarê emerîkî serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malîkî bi binpêkirina destûrê gunehbar dike: "Eşkere ye ku Malikî bendên destûrê bi cî nayne û rêzê li mafên Kurdistanê negire."
Peter Galbraith, ku li ser xwe dibêje ku wî yekemîn şirketa petrolê aniye Herêma Kurdistanê, dibêje ku Kurd ji ber van kêşeyên ligel hikûmeta navendî li Bexdayê neçar e ji Iraqê cuda bibe û serxwebûna xwe ragihîne. Galbraith dibêje: "Ev 90 in Kurd Iraqê diceribînin û her ji wê demê ve Iraq ji bo wan xerab bû. Salên ku ez li navçeyên Balkanan bûm, ez fêrî tiştekî giring bûm: Ji perçekirina welatekî tiştek xerabtir heye û ew jî e ku tu xelkê neçar bikî ku li dijî daxwaza xwe li welatekî bi hev re bijîn."
Kevnedîplomatê emerîkî piştrast e ku ger Kurd vê biryara dîrokî bistînin û serxwebûna xwe ragihînin, Emerîka dê neçar be ku piçar be ku dewleta kurdî bipejirîne. "Emerîka ji Kurdan baştir ti hevalekî din nîne. Ji ber vê yekê ti alternatîveke din li pêşiyê namîne, ji bilî ku serxwebûna Kurdistanê bipejirîne."
Ji aliyekî din ve profesorê cihû Dr. Alon Ben Meir tekez dike ku Israîl jî dê dewleta Kurdistanê bipejirîne. Pisporê peywendiyên navneteweyî û Rojhilata Navîn yê Zanîngeha New Yorkê ji Rûdawê re got: "Dibe ku Israîl yek ji welatan be ku bi fermî serxwebûna Kurdistanê bipejirîne. Ev jî ji ber ku Israîl êdî nema xema dilgiraniya Tirkiyê dixwe, ev jî ji ber peywendiyên bihêz ên Enqereyê ligel Herêma Kurdistanê."
Ji ber kêşeyên berdewam ligel hikûmeta Nûrî el-Mailikî serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam gotiye ku ewê bihêle ku gelê kurd li ser çarenivîsa xwe di referendûmekê de biryarê bide. Ev ji aliyê gelek aliyan ve wek tehdîda ji bo ragihandina dewleta Kurdistanê hat şirove kirin.
Rudaw
