• Friday, 06 February 2026
logo

Iraqiye: Bicihkirina Rêkeftinên Hewlêrê bo beşdariyê merc e

Gulan Media April 30, 2012 Nûçe
Iraqiye: Bicihkirina Rêkeftinên Hewlêrê bo beşdariyê merc e
Lîsteya Iraqiye ya bi serokatiya Eyad Elawî, amadekariya xwe bo beşdariya di her civînekê bi aliyên iraqî re nîşan da, lê bi merca bicihkirina rêkeftinên Hewlêrê ji aliyê Dewleta Yasa ve.

Lîsteya Iraqiye di civîna komîteya amadekar de hazir nebû û red kir hazir bibe, tenê nûnerê Hevpeymaniya Niştimanî û Hevpeymaniya Kurdistanî amade bûn.

Biryar e, di vê hefteyê de careke din Komîteya Amadekar bicive ji bo dengdanê li ser karnameya Kongreya Niştimanî bide ku ji aliyê Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ve hatibû pêşniyazkirin.

Berdevkê Tevgera Rêkeftina Niştimanî ya bi serokatiya Eyad Elawî, Hadî el-Zalimî ji AKnewsê re got, “Helwesta serekî ya lîsteya Iraqiye pêbendbûn û cîbicîkirina rêkeftinên Hewlêrê ne.”

El-Zalimî wiha domand, “Lîsteya Iraqiye, amadekariya xwe bo beşdariya di her civînekê bi aliyên iraqî re nîşan da, lê bi merca bicihkirina rêkeftinên Hewlêrê ji aliyê Dewleta Yasa ve.”

AKnews
Top