Omêd Sebah: Serokê Kurdistanê diçe Îmaratê
Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah, got, serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, digel şandeke hikûmeta herêmê dê îro li ser vexwendina fermî ya Îmaratê, serdana wî welatî bike.
Li gorî agahiyên gihîştiye AKnewsê, di şandeya hikûmeta herêmê de ku dê sibê bi serokê herêmê re herin Îmaratê, berpirsê têkiliyên derve yê herêmê, Felah Mistefa, wezîrê bazirganî û pîşesaziyê, Sînan Çelebî, serokên jûrên bazirganî û hinek bazirganên Kurdistanê hene.
Komcivîna navdewletî ya aborî, dê 1 Gulana îsal li Îmaratê bê sazkirin û 4 rojan bidome. Nûnerên 75 welatan dê beşdarî vê komcivînê bibin.
sm AKnews
