• Friday, 06 February 2026
logo

Holenda Nivîsgeha Konsulgereya Xwe Li Hewlêrê Ve Dike

Gulan Media April 30, 2012 Nûçe
Holenda Nivîsgeha Konsulgereya Xwe Li Hewlêrê Ve Dike
Duh li Hewlêrê Wezîrê Plandanan yê Hikûmeta Kurdistanê Dr. Elî Sendî pêşwaziya Konsulsê Holendayê yê li Bexdayê kir.

Di hevdîtineke de Konsulê Holendayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Hikûmeta Holendayê dixwaze di demeke nêz de nivîsgeha Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê ve bike.

Çavkanî diyar kir ku, armanc ji ve kirina nivîsgeha han bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan deye û Holenda dixwaze li Kurdistanê de bi awayekî cidî dest bi karê hêlbirînê bike.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî rewşa Îraq û qirîza heyî ya li Îraqê jî nirxandin.
Top