Holenda Nivîsgeha Konsulgereya Xwe Li Hewlêrê Ve Dike
Di hevdîtineke de Konsulê Holendayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Hikûmeta Holendayê dixwaze di demeke nêz de nivîsgeha Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê ve bike.
Çavkanî diyar kir ku, armanc ji ve kirina nivîsgeha han bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan deye û Holenda dixwaze li Kurdistanê de bi awayekî cidî dest bi karê hêlbirînê bike.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de her dû alî rewşa Îraq û qirîza heyî ya li Îraqê jî nirxandin.
