Serokê Parlementoyê Û Nunerê NY Yê Îraqê Civiyan
Di hevdîtineke de ku, Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê û Cîgirê Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdar bûn, rewşa siyasî ya niha ya Îraqê û çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî hate nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên Parêzgehên Kurdistanê jî hatin nirxandin û Serokê Parlementoya Kurdistanê jî rola NY di warê hevkarî kirina bo saz dana hilbijartinên Parêzgehên Kurdistanê bi roleke girîng wesif kir û hêvî xwest ku, NY di warê çareser kirina kêşeyên heyî yên li berdem komisyona bilind ya hilbijartinên Îraqê de rola xwe bilîze.
