• Friday, 06 February 2026
logo

Li Sûriyê duhî 44 kes hatine kuştin

Gulan Media April 29, 2012 Nûçe
Li Sûriyê duhî 44 kes hatine kuştin
Çalakên şoreşa Sûriyê ragihandin ku duhî, li Sûriyê 44 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê hatine kuştin.

Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku kuştiyên duhî, piraniya wan li bajarên Şam, Heleb û Hemayê ne û tenê li derdora Şamê ji ber bombebarana bi balafiran 12 kes hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, duhî, belav kir ku 550 kes li sertaserî Sûriyeyê ji destpêka plana Annan de hatine kuştin.

Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 10 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top