• Friday, 06 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Kuwêtê gihişte Bexdayê

Gulan Media April 29, 2012 Nûçe
Wezîrê Derve yê Kuwêtê gihişte Bexdayê
Wezîrê Derve yê Kuwêtê Subah Xalid Hemed Subah bi serdaneke fermî gihişte Bexdayê û biryar e îro civînên hevpar ên komîteya iraqî-kuwêtî dest pê bikin.

Çavkaniyeke agehdar a iraqî ji AKnewsê re ragihand ku Wezîrê Derve yê Kuwêtê îro sibehê hate Bexdayê û ji bal Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî hate pêşwazîkirin.

Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê belavkirin, ronî kir ku ew serdan bi mebest lidarxistina civînên hevpar ên komîteya iraqî-kuwêtî ye.

Hikûmeta Iraqê hêvî dike ku di wan civînan de her du welat derbaêr çareserkirina çend pirsgirêkên wek bendera Mubarek, hêlên asmanî yên Iraqê, bîrên petrolê yên hevpar û diyarkirina sinor li hev bikin.

AKnews
Top