Wezîrê Derve yê Kuwêtê gihişte Bexdayê
Çavkaniyeke agehdar a iraqî ji AKnewsê re ragihand ku Wezîrê Derve yê Kuwêtê îro sibehê hate Bexdayê û ji bal Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî hate pêşwazîkirin.
Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê belavkirin, ronî kir ku ew serdan bi mebest lidarxistina civînên hevpar ên komîteya iraqî-kuwêtî ye.
Hikûmeta Iraqê hêvî dike ku di wan civînan de her du welat derbaêr çareserkirina çend pirsgirêkên wek bendera Mubarek, hêlên asmanî yên Iraqê, bîrên petrolê yên hevpar û diyarkirina sinor li hev bikin.
AKnews
