• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Talebanî, Serok Barzanî, Semaheta Muqteda Sedir, Usame Nucêfî û Eyad Elawî civiyan

Gulan Media April 29, 2012 Nûçe
Serok Talebanî, Serok Barzanî, Semaheta Muqteda Sedir, Usame Nucêfî û Eyad Elawî civiyan
Duh şemî 28.04.2012 Serok Mam Celal li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi beşdariya Semaheta Seyîd Muqteda Sedir, Dr Eyad Elawî Serokê Fraksiyona El Iraqiye û bi amadebuna birêz Usame Nucêfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di derbarê pêvajoya niha ya welat hevdîtineke şêwiriyê birêvebir.

Li vê hevdîtinê de xizmetkirina gel û dabînkirina xizmetguzariyên serekî bi zûtirîn dem û cîh bi cîhkirina daxwaziyên niha yên gel dûpatkir. Hevdîtinê de bi awayeke taybetî di derbarê xemên xelkê Iraqê bi sedema peketina xizmetguzariyan nirxandin û daxwaza lezgînî jî ji bo bi dengeveçuna xwest û dawaziyên gel kirin.

Her li vê hevdîtinê de pêwîstiya danîna wan mekanîzmeyan dûpatkirin ku dikarin li rêya wan ve çareseriya astengan bikin û ji bo pêşxistina pêvajoya demokrasî û çalakkirina mekanîzmeke demokrasî li birêvebirina karubarê welat û dûrxistin û parastina ji wan metirsiyên ku rûbirû dibê çareseriyek ji bo wan bête danan. Heman demî de li hevdîtinê de çalakkirineke hevbeş li astekî bilind û girîng de dupatkirin ku li navbera beşdarvanên pêvajoya siyasî da bi pişt bestina bi bihayên nîştimaniyên naguherî û pêvdanga tewafuqiya siyasî û bercestekirina wan rêwşuwênan ku dikarê pêvajoya welat li ser rêya oqreyî û bujaneweyê bixe.

Her wiha li dawiya vê hevdîtina şêwirînê da pêwîstiya peydakirina rê û cîh û çareseriyeke nehiştina wê qeyranê dûpatkirin ku berdewambuna wê bûye metirsiyeke mezin li ser berjewendiya nîştimaniya bilind ew jî li rêya cîh bi cîhkirina peymana Hewlêr û wan xalên ku li beyana Semaheta Seyîd Muqteda Sedir da hate dûpatkirin. Heman demî de destgirtin bi çarçêweya desturiyan ku mekanîzma biryarên Hikûmet û siyasetan diyar dike ji bo dûrxistina welat ji qeyran û kêşeyan bi pêwîstî hate zanîn.
Top