Rejîma Esed pêgirî bi plana Annan nake: 35 kuştî
Duhî jî (27/4/2012) li gelek bajarên Sûriyê xwîn rijiya û 35 kes hatin kuştin. Li gor Komîteyên Navxweyî li Sûriyê; li Dêra Zorê 13, li Heleb 9, li Himûsê 7, li Deraa 2, li Îdlib 1, li Laziqiyê 1, li Hema 1 û li Şamê jî 1 kesek hatine kuştin.
Hêjayî gotinê ye, duhî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban ki-moon ragihandibû ku Esed sozên xwe cîbicî nake.
Avestakurd
