Amerîka Encumena Netewî ya Kurd li Sûriyê dawetî Washingtonê kir
Ev serdan li ser daxwaza wezareta derve ya Amerîka pêk tê.
Di vê serdanê de, şanda Kurd wê ligel xanim Clinton û rayedarên dewletê hevdîtinan pêk bînin.
Ev serdan wê roja 7 Gulanê pêk were û wê 4 rojan berdewan bike.
Weke tê zanîn ENKS ji 15 partî, komên ciwanan û hin kesên serbixwe ve pêk tê.
Ew di cotmeha 2011 de li Qamişlo hate damezirandin.
Avestakurd
