• Friday, 06 February 2026
logo

Amerîka Encumena Netewî ya Kurd li Sûriyê dawetî Washingtonê kir

Gulan Media April 28, 2012 Nûçe
Amerîka Encumena Netewî ya Kurd li Sûriyê dawetî Washingtonê kir
- Hefteya li pêşiya me, şanda Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serdaneke fermî diçe Amerîka.

Ev serdan li ser daxwaza wezareta derve ya Amerîka pêk tê.

Di vê serdanê de, şanda Kurd wê ligel xanim Clinton û rayedarên dewletê hevdîtinan pêk bînin.

Ev serdan wê roja 7 Gulanê pêk were û wê 4 rojan berdewan bike.

Weke tê zanîn ENKS ji 15 partî, komên ciwanan û hin kesên serbixwe ve pêk tê.

Ew di cotmeha 2011 de li Qamişlo hate damezirandin.

Avestakurd
Top