• Friday, 06 February 2026
logo

2 welatiyên kurd li Xaneqînê hatine kuştin

Gulan Media April 28, 2012 Nûçe
2 welatiyên kurd li Xaneqînê hatine kuştin
Di encama 2 êrişên cuda de li nahiyeya Saediye ya bi ser bajarokê Xaneqînê ve, 2 welatiyên kurd hatine kuştin.

Şaredarê Saediye Ehmed Zirgûşî ji AKnewsê re ragihand ku îro sibehê, li nav nahiyeya Saediye, çekdarên nenas êriş birine ser 2 malên kurdan û 2 welatiyên kurd kuştin.

Zirgûşî aşkere kir ku mala yekî ji wan welatiyan hate şewitandin û otomobîla yê din jî bi bombeyan hate teqandin.

AKnews
Top