RSF daxwaza azadkirina rojnamegerekî kurd li Duhokê dike
Rsf di daxuyaniyekê de ragihand ku li gorî yasaya hejmara 35 a rêkxsitina karê rojnamegeriyê, girtina wî rojnamevanî neyasayî ye.
Her wiha aşkere kir ku Şêrwan Şêrwanî sernivîskarê kovara “Bişûr” a mehane ku li Duhokê tê weşandin ji bal polîs ve hatiye girtin.
Li gorî rêxistinê, Şêrwanî ji ber belavkirina gotarên derbarê gendeliya nav serkiridên siyasî li bajarokê Akrê de hatiye girtin.
Peymanêrên Bê Sinor daxwaz ji desthilatên li Herêma Kurdistanê kir ku tometên rastî Şêrwanî kirine hilweşîne û wî azad bike.
Şêrwanî li ser doza ku Şaredariya Akrê dijî wî vekiriye hatiye girtin, şaredarî dibêje Şêrwanî di gulana sala borî de gotarek nivîsandiye û tê de bal kişandiye ser dosyayeke gendeliyê dijî Şaredarê Akrê.
AKnews
