Talebanî, Barzanî, Elawî û Sedir li Hewlêrê civiyan
Berî bîstekê, li avahiya Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê, civîna serkirdeyên siyasî yên Iraqê dest pê kir.
Di civînê de, Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Baska Sedir Muqteda Sedir, Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî, Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û hejmarek ji serkirdeyên hemû aliyên siyasî amade ne.
Biryar e, piştî bidawîhatina civînê, encamên civînê di kongreke rojnamegeriyê de bêne ragihandin.
AKnews
