Şandeke bazirganî ya herêmê dê sibe biçe Dubey
Şanda han bi serokatiya Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdisanê Sînan Çelebî ye û ji Serokê Odeyên Bazirganî û hejmarek bazirganên herêmê pêk tê.
Nûnera bazirganî ya Herêma Kurdistanê li Îmarat Şîlan Xaneqa di daxuyaniyekê de ragihand ku di roja 1ê gulanê de û heta 4 rojan, dê korbendeke bazirganî û veberhênanê li Dubey birêve biçe û 75 welat dê beşdariya wê bikin.
Xaneqa ronî kir ku Wezareta Bazirganî ya Îmaratê bi awayekî fermî Herêma Kurdistanê vexwendiye ji bo beşdarî kirin di wê korbendê de.
AKnews
